Şervanê QSD’ê Hemîd Hesê yê di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû li Dirbêsiyê bi mersimeke girseyî hat oxirkirin. Li navçeya Şedadê jî, 3 şehîd bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê li Goristana Şehîd Ristem Cûdî a li gundê Berkevirê beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Edle Mihemed û li ser navê QSD’ê fermandar Omran Orkêş axivîn.
Di axaftinan de îşaret bi lehengiya hêzên parastinê di têkbirina Plana DAIŞ’ê de hate kirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya Şehîd Hemîd Hesê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Di dawiya merasîmê de, şênî bi dirûşm û tilêliyan şehîdê xwe spartin axê.
Li navçeya Şedadê 3 şehîd bi merasîmekê hatin oxirkirin
Li goristana Şehîdan a navçeya Şedadê jî 3 şehîd hatin oxirkirin.
Cenazeyên şervanê QSD’ê Ferhan Ebdilreheman ku di Pêngava Gurzê Gelan şehîd bû
û şervanên Erka Xweparastinê Xalid Hisên Ecem û Xalid Silêman Mehel ku di encama êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûn hatin oxir kirin.