KNK: Em ê li gel koçberan dest bi meşê bikin

Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi hawara Kurdên ku li sînorên Polonya û Belarûsê asê mane de çû.
Şandeya KNK’ê eşkere kir ku wan rewş lêkolîn kirine û got, ew ê li gel koçberan bimeşin.

Bêtirî 16 hezar koçber ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne, bi rojane li ser sînorê Polonya û Belarûsê asê mane.

Ji ber aloziya siyasî ya di navbera Belarûs û Yekîtiya Ewrûpayê, rê li pêşiya koçberan nayê vekirn..

Û di nava şer û mercên giran de, heta niha 9 koçber jiyana xwe ji dest dan.

Heta niha tenê hin saziyên mirovî karîbûn alîkariyê bi koçberan re bikin.

Heyva Sor a Kurdistanê jî ji bo destê alîkariyê dirêjî wan bike di nava hewldanan de ye.

Li hemberî xemsarî û bêdengiya hêzên cîhanî, Kongreya Netewî ya Kurdistanê ket nava tevgerê.

Şandeya KNK’ê ya bi pêşengiya Hevserok Ahmet Karamus doh rewşa koçberan ji nêz ve şopand.

Têkildarî serdanê de, hevserokê Navenda Kurdistaniyên Azad li Berlînê Huseyîn Yilmaz ev agahî parve kirin:

Em weke komîsyon çûn herêma sînor. Polîs û eskerên li wir rê nedan ku em bikevin nava koçberan.

Ji ber vê yekê em pêşî vegeriya paytexta Polonyayê Warso. Li wir me li gel Rêxistina Mafê Mirovan û Rojnamevanên Sînornenas hevdîtin pêk anîn.

Huseyîn Yilmaz anî ziman ku wan polîtîkaya Polonyayê ya li hemberî koçberan ji nêz ve şopandiye û got:

Diyar e ku wû hukûmeta Polonyayê derbasbûna koçberan qebûl neke.

Ji ber vê drameke mirovî li holê ye. Însan jiyana xwe ji dest didin.

Gelek saziyên alîkariyê daxuyaniyan didin lê nahêlin ku alîkarî bigihije koçberan.

Em weke şandeya KNK’ê dest ji hewldanên xwe bernadin.

Em ê dîsa biçin sînor û bi koçberan re bimeşin.

Back to top button