‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’

Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re, li Başûr û Bakurê Kurdistanê jin di nava çalakiyan dene.

8’ê Adarê li beşên Kurdistanê bi rêngên cuda tên pêşwazîkirin.

Li Bakurê Kurdistanê 8′ Adarê li nava kavilande bi alîkarîdayîna hev derbas dibe.

Ji rojên destpêkê ya erdheja ku navenda wê li Mereş a bakurê Kurdistanê pêk hatî, gelek jinan bi mebesta piştevaniyê berê xwe dan herêmê.

Jinên ji bo piştevaniyê hatin, 8’ê Adarê di bin konan de pêşwazî dikin.

Jinên dilxwaz, ji gundan heta tax, mal û konan, li her deverê bi jinan re tên ba hev.

‘Divê jin dijî şidetê bibin yek’

Li başûrê Kurdistanê jî jin xwe ji bo pêşwazîkirian 8’ê Adarê amade dikin.

Jinên li navçeya Qeladiz ya Raperînê bi rasthatina rojê îşaret bi tundiya li ser jinan kirin.

Jina bi navê Sêwe Xidir da zanîn ku rojane li Başûrê Kurdistanê ji bo jinan gelek pirsgirêk tên derxistin û got: “Çawa jin dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’ divê wisan bi hêza xwe dijî her kesê ku êrişî wan dike têbikoşin.”

Jina bi navê Dîlan Rêbwar jî got: “Li Başûrê Kurdistanê ji bo jinan derfetên kar nehatine afirandin, tenê di çarçoveya mal de xwe dîtine.

Ji bo vê pêwîste jin xwedî îradeya xwe bin û di fikirîna xwe de bihêz bin.”

TAJÊ: Em ê berxwedan û rêxistiniya jinan mezin bikin

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî TAJÊ jî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî daxuyaniyek da.

TAJÊ îşaret bi xwepêşandanên di bin dirûşma ‘jin jiyan azadî’ ya li dijî pergala mêr-dewleta ber bi şoreşa jinê ve dimeşin û bingehê jiyana xwe ya azad ava dikin kir.

TAJÊ got: Ji ber ku pergala dewletê ya mêr li pêşberî têkoşîna azadiya jinê bêçare ye, li her qadên jiyanê êrişên xwe zêde dike û di şexsê jinê de êrîşî hemû civakê dike.

Em îsal 8’ê Adarê di demeke welê de pêşwazî dikin ku êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarê wê PDK’ê li ser Şengalê zêde bûne.

Em weke TAJE’ê êrişên li ser Şengalê weke êrişeke li dijî nasnameya jina azad û berxwedana jinê dinirxînin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî TAJÊ daxuyaniya xwe bi vê peyamê bi dawî kir:

Ji bo azadiya jinên di destê DAIŞ’ê de dîl hatine girtin em ê her cure têkoşînê bidin meşandin.

Em ê heta pêkanîna Şengala azad û xweser bênavber têbikoşin.

Li Kelarê bi boneya 8’ê Adarê standa pirtûkan hate danîn

Her wiha bi boneya 8’ê Adarê, li bajarokê Kelarê standa pirtûkan hate danîn û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û Jîneolojiyê hatin pêşandan.

Back to top button