Hums-6 çeteyên DAIŞ 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Tevgera Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Dêrazorê zêde dibe.
Li çolistana Humsê 6 çeteyên DAIŞ’ê û 4 leşkerên hikumeta şamê hatin kuştin.

Şevê din hêzên hikumeta Şamê di bin banê sîwana balafirên Rusyayê li çolistana Humsê operasyonek li dijî çeteyên DAIŞ’ê dan dest pê kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, balafirên Rûsyayê li çola Sexne û derdora zeviyê gazê yê El Debiyat ê li rojhilatê Humsê, êrişî cihên çeteyên DAIŞ’ê kir.

Di encamê de, 6 çete hatine kuştin.

Li çola Humsê jî di şerê navbera hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ’ê de 4 leşkerên Hikumeta Şamê hatine kuştin.

Dêra Zor-Di êrîşa DAIŞ’ê de 3 leşkerên hikumetê birîndar bûn

Şevê din jî çeteyên DAIŞ’ê li nêzî bajaroka Biwêl ê li rojhilatê Dêrazorê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir.

Di encama şer de, 3 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Hums-Ciwanekî ji ber tûpa gazê birayê xwe kuşt

Li herêmên serweriya hikumeta Şamê rewşa jiyanî xirab e.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku, li gundê Mişêrfe El Mestûre yê girêdayî Humsê dema ku endamên hêzên hikumeta Şamê tûpên gazê belav dikir, ji ber nakokiya li ser wergirtina tûpa gazê ciwanekî birayê xwe bi guleyan kuşt.

Back to top button