Pirsgirêka avê li gundên Rojavayê Kobanê tê çareserkirin

Gerînendetiya Avê ya kantona Kobanê di çarçoveya plansaziya xwe ya sala 2023’an de, dest bi avakirina depoyeke avê li gundê Cib El Ferec ku pirsgirêka avê lê heye, kir.

Gerînendetiya Avê ya Kantona Kobanê 23 proje xistibû plansaziya xwe ya sala 2023’an.

Heta niha ji wan tenê 18 proje pêk hatine, yên mayî jî ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker dereng mane.

Di nava wan projeyan de, avakirina 2 depoyên avê li rojavayê bajarê Kobanê hebûn.

Gerînendetiyê beriya çend rojan dest bi avakirina depoyeke avê li gundê Cib El Ferec ê li rojavayê Kobanê kir.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya herêma Firatê Mesûd Bozî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina karmendan, xebatên wan asteng dike.

Li gorî Gerînendetiya Avê, dê di çend rojên pêş de li navçeya Qinayê ya girêdayî Kobanê dest bi projeya “Til El Ebir” bike, ku dê avê ji 54 gundan re peyda bike.

Back to top button