Îro li bajarê Hesekê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin.
Di encamê de 4 kes yek jê şervanê YPG’ê birîndar bûn.
Îro li nêzî benda kontrolê ya hêzên Asayîşê ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin.
Di encama teqînê de 4 kes ji wan 2 jin, zilamek û şervanekî YPG’ê bi sivikî birîndar bûn.
Nûçegihanê me ragihand ku birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Hesekê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 11 vê mehê 3 teqîn li hesekê rû dan.
2 li taxa Salihiyê bûn û hemwextî wê jî teqîna sêyemîn li taxa Kelasê pêk hat.