Riyad Derar: Êrişa li ser berîndarên şer sûcekî şer e

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar nerazîbûn nîşanî êrîşê da û diyar kir ku armanckirina birîndarên şer ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, sûcekî şer e.

Riyad Derar eşkere kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê sebeb û bê dawî ne.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk destnîşan kir, ku êrişa li dijî mala birîndaran a li Qamişloyê pêk hatî,sûcekî şer e.

Derar bi bîrxist ku dewleta Tirk a dagirker beriya vê jî erebeya fermandarê YPG`ê û navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, her wiha nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya Şengalê jî bombebaran kir.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk bang li civaka naventeweyî û dewletên garantor wekî Rûsya û Amerîka kir ku li dijî van sûc û êrîşan helwestê nîşan bidin.

Back to top button