Serokê Rûsyayê Putin: Encamên erênî yên der barê sînor de bi desteka Kurdan in

Serokê Rûsyayê Vlademir Putin diyar kir ku encamên erênî yên derbarê sînorê Sûriye-Tirkiye de rû didin, bi desteka kurdan pêk tên.

Serokê Rûsya Vlademir Putin di civîna Konseya Têkikiyên Netewî ya bajarê Nalchik de axivî.

Putin got:

“Dewriyeyan polîsên leşkerî yên Rûsyayê li bajar û bajarokên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi elaqeya xweş ji aliyê xelk Kurd hate qebûlkrin, ji ber xelk dibînin ku artêşa Rûsya ji bo parastina wan hatine, ev rastiyek e.”

Her wiha Putin destnîşan kir ku ew dixwazin balê bikşînin ser têkiliyên wan bi gelê Kurd re û tekez kir ku ev têkilî dîrokî û gelek xweş in.

Her wiha derbarê dewriyeyên Rûsî yên li ser sînor digerin jî Serokê Rûsya got:

Bûyerên niha li Sûriyê rû didin, encamên erênî yên diyar ên der barê sînorê Sûriyê- Tirkiyê de çêdibin bi desteka Kurdan pêk tên.

Ev ji berjewendiyên wan e.

Xelk li wir vê fam dikin û bi hezkirin nêzîk me dibin.

Leave a Reply

Back to top button