Hikumeta Alman ji bo Efxanan zextê dike

Pakistan ya cîranê Efxanistanê koçberên wî welatî bi zorê derdixe.
Almanya jî dixwaze beşek ji van koçberan bigre.
Lê ji hikumeta Almanya di vê mijarê de pêvajoyê hêdî dimeşîne, li gel partiyên mixalif bû cihê bertekan.

Endama Partiya Çep Clara Bunger a ji polîtîkayên karên navxweyî berpirsyar e, ji hikûmeta federal pirsî:

“Hikumeta Alman çawa garantî dide ku ev kes ji bo dersînorkirina Efxanistanê bê parastin?”

Di bersivê de hat gotin;

Listeyeke ji bo navên wê ji Paksitanê bêne derxistin û li Almanya bêne qebûlkirin ji Wezareta Karê Derve ya Pakistanê re hatiye şandin.”

Tê diyarkirin ku, bi saya vê lîsteyê, rayedarên Pakistanê dikarin kontrol bikin ka mafê penaberek heye ku biçe Almanyayê yan na.

Her wiha îsbat bikin ku ev kes di vegera Efxanistanê de, metirsî li ser jiyana wî heye yan na.

Hat destnîşankirin ku hikûmeta Almanyayê jî der barê penaberên li welêt tên qebûlkirin, wê ji rayedarên Pakistanê re nameyên takekesî bişîne.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin hejmara welatiyên Efxanistanê yên ku ji aliyê Almanyayê ve hatin qebûlkirin lê li benda seferê ne bi qasî 11 hezar û 500 kes e.

Ji wan nêzî 3 hezar li Pakistanê, 300 li Îranê û zêdeyî 8 hezar jî li Afganîstanê ne.

Hejmara Efxanên ku ji dawiya meha Hezîranê ve derbasî Almanyayê bûne 573 ye.

Rêveberiya Îslamabadê heta 1’ê Mijdarê dem dabû penaberên Efxan yên bê destûr li welatin derkevin.

Piştî vê bi 10 hezaran kes neçar man berê xwe bidin sînorê Efxanistanê.

Li gorî daneyên hikûmeta Pakistanê, ji 4,4 mîlyon Efxanên li welat, mîlyonek û 700 hezar neqanûnî ne.

Back to top button