HPJ: Şoreşa Jin Jiyan Azadî li Rojhilat dest pê kir li cîhanê belav bû

Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê HPJ’ê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek belav kir û got: “Îro jî em dibînin ku li Rojhilatê Kurdistanê di nava serîrakirinê de di şexsê Ferînazan û Şilêran de li dijî hişmendiya zilamsalar bûne sembola şoreşa Jin Jiyan Azadî.”

Hêzên parastina jinên rojhilatê kurdistanê (HPJ) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPJ da xuyakirin ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkirina şoreşa jin jiyan azadî li cîhanê bûye îlhama serî rakirina jinên cîhanê û wiha domand:

Ew serî rakirin bi kuştina jina Kurd Jîna Emînî destpê kir bi Armîta û bi dehan jinên ku di bin bine saziya hişmendiya zilamsalar de îro tên kuştin didome.

Jin encex dikare hebûna xwe bi fikir û pergala azad di wê çarçoveya civaka exlaqî û polîtîk de biparêze.

Lewma berdêla azadî her roja ku diçe girantir dibe.

Helwestên herî radîkal li dîjî pêkanîna hişmendiya civaka zayendperest, olperest her ku diçe zêde dibe.

HPJ: Li dijî tundiya li ser jinê têkoşîna xwe bilind û xurt bikin

HPJ diyar kirin ku ewê li ser bingehê şoreşê xwedî li tevahî jinan derkevin, bi berxwedan û tekoşîna xwe ya parastinê serkeftinê tacîdar bikin û wiha bi dawî kir:

Îro li giştî cîhanê paradîgmaya Rêber Apo di civaka demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jin de bi xwebûyîna jin sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinên cîhanê.

Em di şexsê jinên Kurd de Jîna Emînî, Armîtayê û xwişkên Mîrabell de jinên ku li cîhanê û Rojhilata Navîn bûne qurbaniya hişmendiya kujer, bi bîr tînin û 25’ê mijdarê em ê li dijî tundiya li ser jinê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Back to top button