Navbera Îsraîl û Hemasê agirbest: Berdana dîlan îro pêk tê

Dawiya dawî, agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê ya ji bo 4 rojan despê kir.
Pevguhertina girtiyan ku di beşa yekem de ji 13 kesan pêk tê jî wê di van kêliyan de pêk were.
Ji deriyê sînorê Refah yê bi Misirê re, barhilgirên yekem derbasî Şerîda Xezayê bûn.

Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê yê li Xezayê bi peymana di navbera aliyan de pêk hat di roja 49’emîn de hate rawestandin.

Li gorî agahiyên di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ku piştî êrîşa Hemasê ya 7’ê Cotmehê destpêkirin de heta niha 14 hezar û 854 kes hatin kuştin.

Li gorî peymana ku bi navbeynkariya Misir û Qeterê hatiye kirin, wê şer 4 rojan bên rawestandin.

Tê payîn ku di vê navberê de Hemas 50 girtiyên di destê xwe de û Îsraîl jî 150 filistiniyên di girtîgehên Îsraîlê de dê berde.

Koma dîl girtiyan a despêkê ji 13 kesan pêk tê.

Erebeyên alîkariyê derbasî Xezayê bûn

Rayedarên Misirê aşkera kir ku dê 130 hezar lître mazot û 4 stêrên gazê rojane derbasî Xezayê bibin.

Hemwextî pêkanîna agirbesta 4 rojan a di navbera Îsraîl û Hemasê de yekemîn erebeyên alîkariyê di deriyê Refeh re derbasî Xezayê bûn.

Li ser erebeyên ji aliyê rêxistinên Misirê ve hatine pêşkêşkirin ′Bi hev re ji bo mirovahiyê′ hatiye nivîsandin.

Artêşa Îsraîlê: Lihevkirin ne heta dawî ye wê şer bidome

Tevî ku bi peymanê navber dane şer jî, artêşa Îsraîlê got,

Xalên giştî yên peymana bi Hemasê re ne ‘nîhayî’ ye û dibe ku ew bêne guhertin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî di civîna çapemeniyê ya li dar xist de wiha got:

Pişt re jî Artêşa Îsraîlê dê li Xezayê şerî bidomîne.”

Hagarî da zanîn ku wan pêş lîsteyeke ya navên jin û zarokên li Xezayê ku wê ji aliyê Hemasê vê bên berdan wergirtine.

Hagarî îdîa kir ku Hemas wê ji lihevkirin û sekina mirovî ya di şer de îstismar bike, wê “nûçeyên derew belav bike û şerê psîkolojîk bimeşîne”.

Berdevkê artêşa Îsraîlê anî ziman ku artêş ji bo pevguhertina girtiyan temam bike û amadekariya qonaxa duyemîn a şerê li Xezayê dixebite.

Hagarî yê derbarê windayên artêşa Îsraîlê de agahî dan, anî ziman ku ji 7’ê Cotmehê ve 392 leşkerên wan hatine kuştin.

Îsraîl: Li sînorê Libnanê di her kêliyê de dibe rewş ji kontrolê derkeve

Hagarî bal kişand ser eniya bi Hîzbûllahê ya li ser sînorê Libnanê û şerê li wir diqewimin û anî ziman ku rewşa li wir dikar di her kêliyê de ji kontrolê derkeve.

Îsraîl: Pevguhertina girtian herî lez heta Înê pêk nayê

Back to top button