Gundên Til Temir bûn armanc, welatiyek birîndar bû

Îro dîsa dewleta Tirk berê topên xwe da Şehbayê û gundek wê topbaran kir. MIX

Artêşa Tirk a qirker gundê Um Hoş yê Şehbayê da ber topan.

Doh jî gundê Zormixar û Şêxlera Jorîn ên Kobanê topbaran kir.

Her wiha gundê Xêbiş yê Til Temirê û gundê Til Kêfcî yê asuriyan jî hatin armancgirtin.

Di êrişa li dijî gundê Xêbiş de şervanê Meclisa Parastina Xabûrê, Kados Til Temir ê 23 salî birîndar bû.

Li Zirganê ji ber topbaranê agir bi malekê ket

Di vê navberê de dagirkeran navenda navçeya Zirganê bi dijîwarî topbaran kirin.

Di enacama topbaranê de agir bi mala welatiyê bi navê Casim Receb ket.

Back to top button