Amerîka: Êrişa li Hewlêrê ji aliyê hêzên me ve hat pûçkirin

Duh balafirgeha Amerîkayê ya li Hewlêrî bi du balafirên bê mirov bû armanca êrişekê.
Amerîka eşkere kir ku ew ê sîstema parastina hewayê li Iraq, Sûriye û Welatên Kendavê bi hêz bike.

Duh bi du balafirên bêmirov êrişê balafirgeha Amerîkayê ya li Hewlêrî hate kirin.

Li vir Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku êriş hat “şikestin”.

Berdevkê Wezaretê General Patrick Ryder di civîna çapemeniyê de derbarê êrişê daxuyanî da.

General Patrick Ryder êriş piştrast kir û got:

“Li dijî baregeha asmanî ya Hewlêrê ku hêzên me lê ne, hewldana êrîşeke hat kirin lê bi şikestinê bi dawî bû.

Di êrîşê de tu zererên canî çênebûn lê hinek zererên biçûk li binesaziyê bûn.

Hefteya borî herî kêm 16 êriş li Iraqê û Sûriyê li dijî hêzên me hatin kirin.

Çekdarên ku li Rojhilata Navîn êrişî me dikin, Îran piştgiriya wan dike.”

Her wiha Berdevkê Pentagonê diyar kir ku wan 900 leşker li Rojhilata Navîn bicîh kirine .

Amerîka: Me 2 baregehên Îranê li rojhilatê Sûrî kir armanc

Her wiha Pentagonê ragihand ku wan weke bersiva êrişa li ser baregehê wan li Rojhilatê Sûrî,

Bi balafirên F-16 li dijî du depoyên çek û cebilxaneyê êriş pêkanîne.

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin daxuyand baregehên hatine hedefgirtin girêdayî komên ser bi Îranê ne.

Austin diyar kir her du cihên hatine hedefgirtin li nêzî Bokemalê ne.

Ev êriş wekî bersiva êrişên komên girêdayî Îranê yên li dijî hêzên me li Sûriye û Iraqê pêk hatin.

Amerîka: Em ê li Sûrî û Iraqê pergala parastina hewayî bihêz bikin

Ji ber van êrişan Amerîka eşekere kir ku ew ê dê 10 sîstemên parastina hewayî li Iraq, Sûriye û Welatên Kendavê bicih bike.

Amerîka: Ji dema şer ve 20 leşkerên me li Iraq û Sûrî birîndar bûn

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê beriya vê bi niha jî eşkere kir ji ber êrişan li Iraq û Sûrî 24 leşkerên wan birîndar bûne.

Back to top button