Îsraîl: Pevguhertina girtian herî lez heta Înê pêk nayê

Pevguhertina girtiyan a navbera Îsraîl û Hemasê herî bilez wê heta Înê pêk neyê.
Qeterê ragihand ku dema agirbestê wê piştre bê ragihandin.
Hemwextî vê, artêşa Îsraîlê di nava 24 saetên derbasbûyî de, êrişî 300 cihên hatîn destnîşan kir.

Di navbera Îsraîl û Hemasê de pevguhertina dîlan hêsan xuyan nake.

Ya diyar ewe ku wê ev pevguhertin heta Înê pêk neyê.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi êvara Çarşemê di daxuyaniyekê de got;

Serbestberdana girtiyan “wê beriya Îniyê pêk neyê.”

Rayedarekî Îsraîlî ji Times of Israel re axivî û diyar kir ku divê hem Îsraîl û hem jî Hamas belgeya erêkirina peymanê îmze bikin.

Rêveberê nexwestî navê xwe eşkerebike diyar kir ku ew hêvî dikin peyman di nava 24 saetan de were îmzekirin.

Qeter: Dema agirbestê wê piştre bê ragihandin

Dema agirbestê hîna jî diyar nebûye.

Îsraîl jî bi dijwarî êrişên xwe yên li ser Xezayê didomîne.

Şerê Îsraîl û Hemas: 48 roj

Di şerê ev 48 rojan dewam dike de, wêraniyek zêde li pey xwe hiştiye.

Îsraîl: Êrişî 300 cihên li Xezayê kir

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari di daxuyaniya çapemeniya rojane de, eşkere kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, hêzên wan êrişî 300 cihî kiriye.

Qeterê ragihand ku wê di nava çend saetan de bê eşkerekirin ka agirbesta li Xezeyê wê kengê dest pê bike.

Hamasê beriya niha diyar kiribû agirbest wê sibeha Pêncşemê dest pê bike.

Di heman rojê de pevguhertina girtiyan jî pêk were.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd El Ensarî diyar kir ku Qeter bi Misir û Amerîkayê li ser mijarê bi hevre kar dikin.

Di lihevkirina di navbera Îsraîl û Hemasê de hatiye destnîşankirin ku wê alî şer ji bo 4 rojan rawestînin, Hamas 50 dîla berde û Îsraîl li pêşberî wê 150 girtiyên Filistînî berde.

Lê ya diyar ev yek, wê nekare dawî li şerê li Xezayê bîne.

Halewi: Heta serketinê wê êrişên me li dijî Hemasê bidomin

Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Herzî Halewî diyar kir ku êrîşên wan ên li ser Şerîda Xezayê ya piştî pevguhertina girtiyan wê bidome.

Halevî li bakurê Xezeya ya kontrolkirine bi hin fermandarên payebilind ên Îsraîlê re hevdîtin kir.

Halevî bal kişand ser êrîşên li ser Xezeyê û got,

“Em şer bi dawî naynin.

Heta em ‘serketinê’ bi dest bixin, em ê bi pêş ve biçin û em ê li deverên din ên Hemasê bixin.”

Piştî 47 rojan ji bo agirbesta demkurtî lihevkirin pêk hat

Back to top button