Zeyneb Saroxan ji bo parastina destketiyên şoreşê têkoşiya

Zeyneb Saroxan ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû ji bo parastina destketiyên şoreşê têkoşîneke mezin da. Malbata Şehîd Zeyneb behsa jiyan û kesayeta wê kirin.

Di salên Şoreşê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan jin hedef girtin.

27’ê Îlonê dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov ên biçek her du hevserokên Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şero kirin hedef.

Di encamê de her du hevserok şehîd bûn.

Xwişka şehîd Zeyneb, Leyla Saroxan behsa kesayeta şehîd Zeyneb kir û got:

Em di salên şoreşê de bêhtir nêzî hev bû, ji ber ku nîqaşkirina pirsên girêdayî karê me, yek ji xebatên me yên sereke bû.

Leyla Saroxan: Zeyneb ne tenê xwişk bû, ew hevrêyek bû

Leyla anî ziman ku şehîd Zeyneb xwedî israr û vîn bû, bi vê yekê têkoşîna xwe bilindtir dikir.

Leyla Saroxan behsa gotûbêjên ku di navbera wê û şehîd Zeyneb de çêdibûn, kir û got:

Şehîd Zeyneb piştî ku bû hevseroka Nivîsgeha Edaletê, plan dikir ku pirtûkxaneyên li girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin, veke.

Sakîne Saroxan: Em bi şehadeta Zeyneb serbilind in

Keça birayê şehîd Zeyneb, Sakîne Saroxan jî wiha anî ziman:

Em bi şehadeta Zeyneb serbilind in, ji ber em bi bawerî û îradeyeke mezin di malbateke welatparêz de mezin bûne.

Back to top button