Êrişên hêzên desthilatdar li dijî şoreşa jinê

Dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi êrîşan dixwazin şoreşa jinê bitepisînin. Lê jinên Bakur û Rojhilatê Surî li hemberî her cure êrîş, dagirkerî û koçberiyê li berxwe didin.
Bakur û Rojhilatê Surî de jin bûne pêşengê şoreşa azadiyê.

Tundiya li ser jinan a bi şerê taybet re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê dewleta Tirk a dagirker, dûvikên hikumeta Şamê, ENKS, şaneyên veşartî yên çeteyan tê meşandin.

Bi fihûş, madeyên hişbir û sîxuriyê êrişî civakê û jinan dikin.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek pêşengên civakê dike hedef.

Di 15`ê Îlonê de li Minbicê fermandara YPJ`ê Şervîn Serdar, şervanên YPJ`ê Nucan Ocalan û Canda Cûdî şehîd bûn.

Di 11`ê Gulanê de li Çelebiyê ya Kobanê şervana YPJ`ê Cûdî Egîd (Tuğba Karakoç) şehîd bû.

20`ê Hezîranê têkoşera 34 salan Leyman Şiwêş, hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û xebatkar Firat Tûma şehîd bûn.

2’ê Îlonê fermandara YPJ’ê û têkoşîra 32 salî Rojna Egîd (Zulfeya Binbir) şehîd bû.

Ji destpêka salê heta 14`ê Mijdarê li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê di encama topbaran û teqînan de 4 jin û zarokek şehîd bûn, 8 jin û 2 zarok jî birîndar bûn.

Di 23`yê Tebaxê de erebeya Jin TV’yê ji aliyê balafireke keşfê ya dewleta Tirk ve li ser rêya Amûdê-Qamişloyê hate hedefgirtin.

Di encamê de xebatkar Necmedîn Feysal şehîd bû û rojnamevan Delîla Egîd birîndar bû.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ji sere salê heta 14`ê Cotmehê:

19 jin ji aliyê aliyê mêran ve hatin kuştin, 63 hewldanên xwekuştinê pêk hatine, 136 jin rastî tundiyê hatine, 31 jin jî bi xwekuştinê re rû bi rû hêlane.

Li gorî daneyên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan ji destpêka 2023’yan heta 21`ê Mijdarê li herêmên dagirkirî 24 jin hatine kuştin.

22 jin hatine revandin û 8 jî birîndar in, 10 zarok hatine kuştin, 14 zarok hatine revandin û 23 zarok hatine birîndarkirin, 97 mêr hatine kuştin, 195 hatine revandin û 51 mêr hatine birîndarkirin.

Back to top button