KBDH: Bi xurtkirina rêxistina xwe emê sîstema serweriya mêr hilweşînin

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan’ê li dijî tundiya dewlet-mêr banga rêxistinbûn û berxwedanê kir û got: “Em dest jê naqerin, serî natewînin, ji hêza xwe, hêza jinan û nasnameya zayendî ya bindest bawer dikin.”

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Konseyê da zanîn ku sîstema kapîtalîst a baviksalar xwe dispêre dewletê ku mekanîzmaya tundiyê ya rêxistinbûyî ye û bi vî rengî hebûna xwe dewam dike.

“Pergala sermayeyê ji bo karibe pergala xwe ya mêtingeriyê biparêze û berfireh bike, dest bi her cûre şerî dike.

Mêtingerî, dagirkerî, talan, komkujî û qirkirinê jî lê zêde dike.

Mîna li Nisêbîn, Xeze, Dêrik, Qamişlo, Kobanê hate kirin bajar hatin hilweşandin.”

Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna rêxistinbûyî hate kirin û wiha hate gotin:

“Têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan li Rojava veguherî şoreşa jinê û rê li ber wê yekê vekir ku sedsala 21’ê bibe sedsala şoreşên jinê.

Li Rojhilatê kurdistanê jî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tevgera gel û jinê zorê dide bendan.

Li Bakurê kurdistanê jî jin û nasnameya zayenda bindest bi grev, berxwedan, meşê li ber tundiya mêr dewletê radibin.

Em dest jê naqerin, serî natewînin, bi hêza xwe bawer dikin.”

JXK: Ji bo jiyaneke azad bi rengekî çalak têbikoşin

Di heman çarçoveyê de tevgera Xwendekarên Jin ên Kurd li Ewropayê bi daxuyaniyekê banga bilindkirina têkoşînê kir.

Tevgerê bang li jinan kir ku ji bo balkişandina ser zehmetî û tundiya li dijî jinan tevlî çalakiyan bibin û kampanyan li dar bixin û gotin:

“JXK piştgiriyê dide hemû jinên ku mexdûrê tundiyê ne û ji bo jin bibin xwedî jiyaneke bi ewle û azad, bi rengekî çalak têdikoşe.”

Back to top button