Li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna jinan dijî desthilatê

Pergala baviksalarî di her pêngavê de dixwaze têkoşîna jinê tune bike.
Li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dewlet pergala îşkencê bi her awahî dide meşandin.
Lê têkoşîn û berxwedana jinên kurd ji hemû jinên cîhanê re dibe hêz û çavkaniya têkoşînê.

Di ser kuştina Xwişkên Mîrabal re li Komara Domînîkê ji aliyê dîktatoriya Rafael Trujillo ve 63 sal derbas bûn.

Îro li Kurdistanê ji aliyê 4 dewletên dagirker ve li beramberî têkoşîn û sekna xwişkên Mîrabal ên serdemê tundî û êriş didomin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê desthilata AKP-MHP’ê li dijî hebûn, azadî ya jinan bi rêbazûn cuda tundiyê pêk tîne.

Li gorî daneyên ‘Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin’ (KCDP), di 10 mehên sala 2023’yan de 253 jin hatin kuştin, 194 jinan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên 31`ê Tîrmeha 2023`yan ên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2022`yan de li 15 girtîgehan 227 jin rastî binpêkirina mafan hatine.

Li gorî daneyên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ji destpêka salê heta meha Îlonê.

  • 30 rojnamevan hatin binçavkirin
  • 11 rojnamevan hatin lêpirsîn kirin.
  • 5 rojnamevan rastî lêgerînin tazî û 17 jî rastî êşkenceyê hatin.
  • 2 rojnamevan hatin girtin
  • 1 rojanamevan cezayê hucreyê lê hat birin.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê di 2023’yan de

42 jin hatin kuştin, 63 jin jî ber bi xwekuştinê ve hatin dehfdan û 100 jin hatine girtin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji 2010’an ve 68 zarok û 204 jin hatin darvekirin.

Di 28`ê Cotmeha 2023`yan de jina ciwan a bi navê Armîta Gerawend ji ber lêdana ‘polîsên exlaqê’ yên dewleta Îranê jiyana xwe ji dest da.

Li Girtîgeha Evînê ya li Tehranê li dijî nêzîkatiyên desthilatê girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Başûrê Kurdistan û Iraqê rêjeya tundiyê gihaye asta herî jor.

Rêxistina Jin, Aştî û Ewlekariyê (WAPS) anketên nû ku li 177 welatan li ser statuya jinan a di nava civakê de çêkirine, aşkera kirin û derket holê ku Iraq di rêza 168’an de ye.

Li gorî rapora Desteya Giştî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Malbat û Jinan ku 1’ê Sibata 2023`yan aşkera kir,

Ji destpêka sala 2023`yan heta 20`ê Mijdarê 64 jin li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.

Back to top button