Bacên erdhejê yên bi salane ji gel digrin ku ve çû?

Erdhej bûyereke xwezayî ku pêşîgirtina wê nepêkan e.
Lê ji bo parastina ji erdhejê, hewildanên sererd rewşê diyar dike.
Li Tirkiyê 24 salin baca erdhejê tê girtin.
Bi trilyonan pere hatiye komkirin.
Lê ya diyar ev pere ji bo şer û rantê hatiye bikaranîn.
Bi erdheja li bakurê Kurdistanê re, careke din pirsa ev baca erdhejê çi pê hat tê pirsîn…

Li Tirkiyeyê piştî erdhejên 17’ê Tebaxê û 12’ê Mijdara 1999’an pêk hatin, bi Qanûna bi Hejmara 4481 a bi dîroka 26’ê Mijdara 1999’an bacên nû hatin anîn.

Bi vê qanûnê bacên erdhejê (Weke bacên ragihandina taybet tê binavkirin) jî hatin wergirtin.

Baceyên erdhejê yên wê demê ji bo salekê anîn bi Qanûna bi Hejmara 4605 heta 31’ê tîrmeha 2002’yan pişt re heta 31’ê kanûna 2003’yan hate dirêjkirin.

Bi qanûna hejmara 5228’an ku di 31’ê Tîrmeha 2004’an de di Rojnameya Fermî de hate ragihandin baceya ku ji bo salekê anî bûn, mayînde kirin.

Îro jî ji navgînên ragihandinê yên tên bikaranîn ji sedî 10 baca ragihandinê ya taybet (baca erhejê) tê wergirtin.

Li Tirkiyeyê ji bacên erdhejê yên 24 salan hatin komkirin 88 mîlyar û 240 milyon lîre hatine bidestxistin.

Navenda wê Mereş û Dîlok erdhejên dijwar pêk hatin û gelek herêm jê bandor bûn.

Vê yekê jî gotina “baceyên erdhejê” yên yekser ji bo xezîneyê hatin şandin pirsa “ku ve çûn?” anîn bîra mirovan.

Pisporê Îstîhdamê Sînan Ok ê têkildarî mijarê axivî, diyar kir ku li Tirkiyê bacên erdhejê weke bacên din ji “şer, rant û qesrê re” diçin.

Ok: Xizmetên ku pê pesnên xwe didan hilweşiyan

Sînan Ok, anî ziman ku piştî erdhejên navenda wan Mereş û Dîlok careke din rûyê desthilatê yên rast derket holê û wiha got:

“Rê, balafirgeh, pir û avahiyên cemaweriyê ku bi salan e dibêjin em çêdikin hilweşiyan e.

Mirov hewceyî bi nanekê kirine.”

Ok: Budçe diçe şer û rantê

Ok: Budçe diçe şer û rantê

Ok, bal kişand ku tişta were axaftin divê ne tenê baceya erdhejê be divê were nêrîn ku 4 trîlyonên îsal werin bikaranîn ji ku derê re hatine şandin û ev tişt anî ziman:

“Niha bi milyonan mirov birçî, serma û li derve ne, divê em bipirsin ka budçeya Tirkiyê dîsa diçe ku derê.

Ev dewlet ji bo çi heye?

Eger dewlet îro nêzî 60 saet in hêj negihiştibe gel û ji kavilan mirov dernexistibin ew dewlet dewleteke pûç e.”

4 Trîlyon û nîv ku ve çûn?

Ok, destnîşan kir ku bobelatên çêbûn û tabloya biêş tenê bi bacên erdhejê nikare bên rastkirin û wiha got:

“Li vê derê pirsîna 4 trîlyon û nîv budçeya ji erdhejê re hatiye veqetandin girîng e.

Eger polîtîkayeke li ser mirovan, jiyan û mafan bihata meşandin, em ê di vê erdhejê de bi krîzeke evqas mezin re rûbirû nemana.

Divê ev tabloya biêş êdî neyê jiyîn û êdî bi awayekî cidî em xwe amade bikin.”

Back to top button