Skotland bi biryara 2023’an bike ‘sala serxwebûnê’

Hikumeta Skotland dixwaze êdî serxwebûna xwe ragihîne.
Ev yek tevî biryara dadgeha bilind a li Londonê ya ji bo astengkirina referandûmeke nû, pêk tê.
Serokwezîra Skotlandê Sturgeon dixwaze 2023’an referandûma serxwebûnê pêk bîne.

Dadgeha Bilind a Îngilistanê ya li Londonê par meha Mijdarê biryar dabû ku Skotland ya di bin serweriya Brîtanyayê de ye sala bê cara duyemîn nikare referandûma serxwebûnê pêk bîne.

Biryara dadgehê piştî serlêdana hikumeta Skotland ya bi serokwezîrtiya Nicola Sturgeon hate dayin.

Lê belê li gel vê biryara dadgeriya Îngiliz, hikumeta Skotland bi biryar e 19’ê Cotmeha 2023’an referandûma serxwebûnê bike.

Partiya Neteweyî ya Skotland (SNP) a bi serokatiya Sturgeon ku bi soza serxwebûnê di hilbijartinên 2021’ê de bi ser ket, planeke nû ji bo vê yekê amade dike.

Hikumeta Skotland li pey ‘rewşa defacto’ ye

SNP’ê ragihand ku wê destpêkê li ser rê û rêbazên pêkanîna referandûma serxwebûnê di 19’ê Adara 2023’an de konferanseke berfireh lidar bixe.

Serokwezîr Sturgeon li ser hesabên medya dîjîtal lidarxistina konferansê ragihand û got,

“Di konferansa taybet de ku em ê li Edinburgê lidar bixin de wê karên ji bo referandûmê bêne kirin binirxînin.”

Rojnameya Skotlandî ‘The National’ jî diyar kir ku di konferansê de wê rewşên ‘defacto’ bêne nirxandin ku bi vî rengî Îngilistan neçar bimîne referandûmeke nû erê bike.

Lê belê bi zelalî nehate eşkerekirin ku ev rewş wê çawa be.

Tê gotin, eger di sala 2023’an de referandûm pêk neyê, Sturgeon û partiya wê, wê karibin hilbijartinên parlamentê yên sala 2024’an ên li tevahiya Îngilistanê veguherînin hilbijartineke dengdana li ser serxwebûna welêt.

Destpêkê ji sedî 55 ê dengdêran gotibûn ‘na’

Ji bo Skotland careke din referandûmê li ser serxwebûnê pêk bîne, divê hikumeta Londonê ya navendî erê bike.

Sala 2014’an li Skotlandê referandûma destpêkê li ser serxwebûnê hatibû kirin.

Ji sedî 55 ê beşdaran biryar dabûn ku di nava Brîtanyayê de bimînin.

Lê belê piştî du salan di 2016’an de Brexit hate kirin ku dihate wateya derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê.

Di vê referandûma Brexitê de ji sedî 62 ê Skotland xwestin di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin.

Hikumeta Skotlandî vê yekê texmîn dike ku dengên mayîna nava YE wê ji bo referandûmê jî xurtir bike.

Back to top button