Ji despêka serhildanê ve nêzî 500 kes hatine kuştin

Deshilata Îranê heta niha tevî hemû zextan ne kariye pêşî li xwepêşandêran bigre.

Zextên deshilatê tenê hêrsa xwepêşandêran zêde kiriye.

Merasîmên çilrojiya xwepêşandêrên hatine kuştin, vediguherin xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî rêveberiya Tahranê.

Li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bêtirî 100 rojane xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê dewam dikin.

Heta niha di navan çalakiyan de nêzî 500 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dewamkirina nerazîbûnan merasîmên bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane jî tên kirin.

Goristan bûna qadên nû yên xwepêşandanan

Li gel sersaxiyên sê rojî, di hefteya yekem û çilrojiya kuştina wan de xwepêşandan û çalakiyên bîranînê tên kirin.

Duh li Goristana Ayçî ya bajarê Seqizê ango heman goristana Jîna Emînî lê hatiye veşartin, merasîma çilrojiya Danyal Babendî yê 17 salî pêk hat.

Di merasîma ku sedan kes amadebûn de, dirûşmeyên li dijî desthilatê hatin gotin.

Li bajarê Sine jî merasîma çilrojiya Aram Hebibî yê hatî kuştin hebû.

Merasîm li Goristana Beheşt Mihemedî ya li heman bajarî pêk hat.

Di merasîmê de dirûşme hatin gotin û kevokên spî hatin berdanê.

Aram Hebîbî ji berî 40 rojan di dema veşartina cenazeyê Daryoş Elîzade de ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve hatibû kuştin.

Herwiha li gorî dîmenên li ser torên civakî tên parvekirin, duh li bajarê Bokan li hinek dibistanan xwendevanên keç çalakiyên nerazîbûnê kirin.

Li bajarê Êze yê parêzgeha Xuzistanê jî bi tevlîbûna sedan kes merasîma çilrojiya Kiyan Pîr Felek ku yek ji zarokên di xwepêşandana li vî bajarî de jiyana xwe ji dest dabû pêk hat.

Di merasîmê de hate diyarkirin ku hêzên dewletê kujerên xwepêşandêrane.

Li bajarê Deştî yê parêzgeha Hurmizgan jî çilrojiya Hemid Murayî di xwepêşandan de hatibû kuştin, pêk hat.

Di merasîmê de li hemberî desthilata Îranê nerazîbûn nîşan dan.

Heta niha nêzî 19 hezar kes hatine binçavkirin

Di xwepêşandanên ji despêkê heta niha nêzî 19 hezar kes hatine girtin û cezayê darvekirinê li 40 kesan hatiye birîn.

Herwiha nêzî 500 kesan hatine qetilkirn.

Di merasîmên duh ên çilrojiya kesên di meha Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane, hinek dirûşmeyên wan ji bo piştgiriya girtiyên siyasî û li dijî cezayê darvekirinê bûn.

Back to top button