Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê beşdariya gel a Newrozê slavkir û got “Newrozê tirs berda dilê faşîstan, zaliman û hêzên zordar. Moraleke mezin da gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê. Newroza 2022’an ku bi milyonan kes tevlî bûn weke ‘Kongreya Demokrasiyê ya Gelan’ pênase kir û got, “Bername, armanc û xeta çalakiyê ya têkoşînê diyar kiriye.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê beşdariya bi mîlyonan a Newroza 2022’an li çar beşên Kurdistanê silav kir.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de got:
“Gelê Kurd li gel dostên xwe, bi milyonan gotin ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Na ji jiyanek bê Rêbertî re’, bi vî rengî dilsoziyeke mezin a bi Rêber Apo re nîşan dan.
Newroza 2022’an raxist pêş çavan ku bi têkoşîna 49 salan re rastiyeke çawa ya gel hatiye afirandin.
Newroza 2022’an peyam bû ku PKK û gelê Kurd wê di sala 50’î ya Rêbertî de têkoşîneke hîn mezin bimeşîne.”
KCK’ê da zanîn ku têkoşîna gelê Kurd Newroz û Newrozê jî têkoşîna gelê Kurd bi pêş ve bir û xurt kir.
Her wiha da xuyakirin ku gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê di Newroza 2022’an de gotin ‘Dem dema serketinê ye’, rabûn ser piyan û yên ku ‘Plana Têkbirinê’ amade kirin, ew bi xwe têk birin.
KCK’ê: Em gel û dostên xwe ku derseke dîrokî dan faşîzma AKP-MHP pîroz dikin
KCK’ê got:
“Di Newroza 2022’an de gel bi sekna xwe ne tenê rêveçûna li Kurdistan û Tirkiyeyê di heman demê de rêveçûna siyasî ya li Rojhilata Navîn jî diyar kir.
Weke Kongreya Demokrasiyê ya Gelan bername, armanc û xeta çalakiyê ya têkoşînê diyar kir.
Newrozê tirs berda dilê faşîst, zalim û hêzên zordar.
Moraleke mezin da gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê. ”
KCK’ê gel û dostên xwe pîroz kir ku di Newroza azadkirina Rêber Apo de di serî de Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li çar parçeyên Kurdistanê û her devera cîhanê daketin qadan û derseke dîrokî dan faşîzma AKP-MHP’ ê.”
Dawiya daxuyaniyê jî KCK’ê bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir ku bi hêza ku ji Newroza 2022’an wergirtî, di sala 50’î ya Rêbertî de divê têkoşînê hîn bêhtir bi rêxistin û xurtir bikin.