Dewleta Tirk li girtîgeha Wanê girtiyê bi navê Can Guder kuşt

Dewleta Tirk a dagirker li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi awayekî sîstematîk dîlgirtiyên azadiyê dikuje.
Herî dawî girtiyê bi navê Can Guder ê 20 salî li Girtîgeheke Wanê hat kuştin.

Doh rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi malbata girtî Can Guder re axivî û ragihand kurê wan jiyana xwe ji dest daye.

Malbata girît Cand Guder li navçeya Gever a Colemêrgê piştî agahiyê berê xwe didin Wanê.

Rêveberiya girtîgehê cenazeyê Can Guder bêyî amadebûna malbat û parêzerê malbatê dibe Saziya Tiba Edlî.

Rêveberiya Girtîgehê ji malbatê re dibêje li gor tipa edlî kurê we ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Malbata Can jî ragihand ku ti nexweşiya kurê wan nînbûn û piştrast kirin ku kurê wan hatiye kuştin.

Malbatê cenazeyê Kkurê xwe birin navçeya Geverê û bi beşdariya rayedarên HDP’ê ew sipartin axê.

Can Guder girtiyeke siyasî bû û 18 sal caza lê hatibû birîn.

20’ê Adarê jî Sînan Kaya yê 28 salî ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê girtî bû, bi gumanbarî hat kuştin

Back to top button