Şêniyên Mexmûrê: Dîrok xiyaneta PDK’ê ji bîr nake

Şêniyên Wargeha Mexmûrê dibêjin ger ne ji xiyaneta PDK’ê be wê Tirkiyê nikaribe bi pêş de de biçe.

Şêniyê bi navê Mihemed Elî Soydan derbarê bûyera li Xelîfanê û şehîdxistina gerîlayan de axivî û got:

”Êrişa ku vê dawiyê li Xelîfanê çêbûyî ne ya yekê ye ku mala Barzanî bi hevkariya Tirkiyê pêktîne.

Mala Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên kesî û malbatî her tim li gel dijminên kurdan cih girtine.”

Mihemed Elî bang li xelkê Başûr kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê û xiyaneta PDK’ê bêdeng nemînin.

Hezar Uçar jî dibêje ger ne ji hevariya PDK’ê ba wê Tirkiyê nikarîba li herêmê gavekê pêş de bavêje.

Hezar Uçar anî ziman ku wê dîrok ti carî xiyaneta PDK’ê ji bîr neke.

Back to top button