Dewleta Tirk ava Ferat kêm kiriye û vê yekê hişkesalî li herêmê çêkiriye

Dewleta Tirk ne tenê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, lê belê ava çemê Ferat jî li ser herêmê kêm kiriye.
Ev 2 sal in Tirkiyê kirinê dike, ev yek xeteriya berbelavbûna nexweşî û bêewlehiya xwarinê li pey xwe bihêle.
Dewleta dagirker vê yekê bi zanabûn li ser herêmê dike da ku birçîbûn û qirkirinê pêk bîne.

Dewleta Tirk a qirker bi hemû awayî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Ev nêzî 2 sal in dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê kêmkiriye.

Di encama vê kêmbûnê de, karê çandinî û masîvanî li herêmê kêmbûye.

Ava benderê ji ber kêm bûye, ev yk bûye sedema zêdebûna nexweşiyan li herêmê..

Têkildarî mijarê endamekê rêveber ê Bendava Rojava (Tişrîn), endezyar Hemod El Hemadîn ji ANHA yê re axivî.

El Hemadîn diyar kir ku Sûriye wek welatekî çandiniyê tê naskirin lewma kêmbûna asta avê bandoreke mezin li ser hemû astan dike.

El Hemadîn wiha li axaftina xwe zêde kir: “Asta ava çem 5 metreyan daketiye. Gola Firatê ku 10 qatan ji gola Bendava Tişrînê zêdetir e, bi qasî 5 metreyan kêm bûye.”

Endezyar Hemod El Hemadîn di dawiyê de anî ziman ku salên borî 6 tûrbînan kehrebe 24 saetan dida herêmê, lê îro tenê 2 tûrbîn dixebitin û 8 saetan kehrebê didin.

Gelek nexweşî di encama kêmbûna ava Feratê çêdibin

Her wiha têkildarî nexweşiyan Hemod El Hemadîn teqez kir ku ji ber av rawestiyaye ev yek jî bi xwe re nexweşî, zêdebûna bekterya, vîrusê aniye..

Endamê rêveber ê Bendava Rojava Hemod El Hemadîn di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên mirovî û navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku avê berde.

Back to top button