Navenda Belgekirina Binpêkirinan: 567 kes ji destpêka 2022’an hatine revandin

Girtin û revandina mirovan li Efrîna dagirkirî didome û zêde dibe..
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî eşkere kir ku komên çete yên dewleta Tirk ji destpêka sala 2022’an ve, 567 kes revandine.

Navenda belgekirina binpêkirinan diyar kir ku komên çete yên dewleta Tirk revandin, êşkencekirin, kuştina mirovan didomînin..

Her wekî destnîşan kir ku ev kesên têne revandin bi bihaneyên bê bingh e û sedemên wê jî nayê eşkerekirin..

Nevendê li gorî şopandina xwe ji rewşa li hindirê Efrînê re, revandina 567 kesî ji destpêka 2022’an belge kiriye û dibêje ku hejmar ji wiha zêdetir e.

Di rapora navenda belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûrî de, eşkere dibe ku li Efrînê sûcên desteserkirina malên xelkê, mûsima Zeytûnan, birîna daran û hwd. serwer e.

Di heman raporê de tê gotin; ji destpêka dagirkirina Efrînê de 8530 kes hatine revandin û 8859 kes hatine kuştin û birîndarkirin..

Back to top button