Li Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê

Komîteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji plansaziya sala 2023′yan de gelek proje pêk anîne.

Hevserokê Desteya Şaredariyan û Xizmetguzariyê ya Dêrazorê Mahir El Elawî der barê projeyên komîteyê de axivî.

Li gorî Mahir El Elawî, ji projeyên girîng ku komîteyê li gundewarê rojavayê Dêrazorê pêk anîne.

El Elawî da zanîn ku projeyên rê piraniya wan hatine çêkirin.

Stasyona avê û berfirehkirina tora kişandina avê û avakirina stasyona fîlterkirina avê hatin çêkirin.

Her wiha, komîteyê projeya çaksazkirina stasyona Hewayic Ziyab bi dawî kir, hewzekî avê ava kir.

Tora avê ya li herêma Mihêmîde berfireh kir û torên kanalîzasyonê yên li bajarokê El Hîsan nû kirin.

Projeyên gundewarê rojavayê Dêrazorê hatine pêkanîn.

Mahir El Elawî ragihand ku di plansaziya sala 2024’an de dê projeyên binesaziyê hebin û diyar kir ku girîngiyê bidin stasyonên avê û berfirehkirina kanalîzasyonê û kirîna amûr û erebeyên paqijiyê ji bo şaredariyan û pêşxistina rewşa xizmetguzariyê ya Dêrazorê.

Back to top button