Wezîrê Hundirîn ziyana xwepêşandanê Îranê eşkere kir

Wezîrê Hundirin a Îranê Ebdulrehman Fezlî ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Îranê û heta niha zêdetirî 7 hezar kes hatiye binçavkirin û ziyanên madî jî gelek in.

Wezîrê Hundirin ê Îranê Ebdulrehman Fezlî beşdarî televîzyonek Îranê bû û behsa xwepêşandanên li Îranê kir.

Wezîrê Hundirin a Îranê Ebdulrehman Fezlî diyar kir ku hikumetê biryar standibû ku nirxê benzînê were guhartin.

Ebdulrehman Fezlî destnîşan kir ku piştî bikindkirina nirxên benzînê her roj ji ya berê zêdetir xwepêşandan berferh bûn û got;

Dema ku me dît nerazîbûn zêde dibin, em neçarbûn ku înternetê qût bikin.

Wezîrê Hundirin a Îranê Ebdulrehman Fezlî ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan de heta niha zêdetirî 7 hezar kes hatiye binçavkirin, lê ya balkêş hejmara kuştî û birîndar eşkere nekir.

Her wiha ziyan gihîştiye 50 navend û baregehên leşkerî ,183 wesayîtên polîsan, 731 bank, 70 benzînxane, 9 navendên olî, 307 wesayîtên welatiyên sivîl û 24 ambûlansan.

Leave a Reply

Back to top button