Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê bidawîkirina pêngava “jin jiyan e, jiyanê nekujin” ragihand

Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê îro bi daxuyaniyeke girseyî encamên pêngava “Jin Jiyan e .. Jiyanê nikûjin ” ragihand.

Weqfa Jina Azad jî tevlî pêngava li dijî tûndiya li ser jinê ku 25’ê Mijdarê hatibû destpêkirin bû.

Rêxistina Sara ku di 16 Adara 2019’an de li dijî tundîya li ser jinê dest bi pêngava ”Jin Jiyan e, Jiyanê Ne kujin” kiribû, îro bi daxuyaniyekê ev pengav bi dawî kir.

Rêxistina Sara da xuyakirin ku pêngava wan 9 mehan dewam kiriye û di çarçoveya kampanyayê de 10 hezar belavok hatine belavkirin, 2 hezar û 146 semîner hatine dayîn û şanoya bi navê “Jina Bi Tenê” hatiye nîşandan.

Rêxistinê bal kişand ser sûcên şer û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û destnîşan kir ku
ji ber êrîşan bi dehan jin û zarok hatin kuştin û bi hezaran sivîl koçber bûne.

Rêxistinê da xuyakirin ku lîstina bi termê şervana YPJ’ê Amara Rênas û Hevrîn Xelef sûce şer û binpêkirina qanûnên navdewletî ye.

WEQFA JINA AZAD TEVLÎBÛNA XWE YA JI PÊNGAVÊ RAGIHAND

Her wiha Weqfa jina Azad jî îro li Wargeha Koçberan Waşokanî bi daxuyaniyeke girseyî tevlî kampanya bi navê “Dagirkerî tundî ye! Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerîyê têk bibin” bû.

Weqfa Jina Azad di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker xwest şoreşa Rojava ya jinê têk bibe û êrîşa li dijî siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef jî nîşaneya vê ye.

Weqfa Jina azad sûcên şer yên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir û bang li hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navdewletî kir ku li hemberî sûcên dewleta tirk helwestê nîşan bidin.

 

Leave a Reply

Back to top button