Aldar Xelîl: Divê hikumeta Şamê li xwe û helwestên xwe baş vegere

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl hişyarî ji bo parçekirina Sûriyê da û diyar kir ku divê Rûsya ji bo danûstandinên bi rejîmê re bikeve tevgerê û bi rolek cedî rabe.
Aldar Xelîl diyar kir ku rekê her aliyekî niha parstina Sûriyê ji êrîşên dewleta tirk e.

Divê Rêjîma Sûriyê baş li pêşketinên ku li herêmê rû didin, binêre û xwe ji qonaxa danûstandinan re amade bike.

Endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl wiha ji Rojnameya Şerq el-Ewset re axivî.

Xelîl diyar kir ku divê Rejîma Sûriyê baş li xwe vegere û helwestên xwe der barê hinek tiştan de rast bike û bi awayekî cidî nêzî pêşketinên ku li herêmê rû didin, bibe.

Aldar Xelîl ragihand ku divê rejîm li Rêveberiya Xweser a ku Kurd, Ereb û Suryanan bi hev re ava kiriye bi awayekî baş binire.

Endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku armanca yekem ya her kesî divê xaka Sûriyê ji êrîşên dewleta tirk were parastin, paşê ew ê dest bi nîqaşkirina babetên siyasî û birêveberî bikin.

Aldar Xelîl: Em dîsan Şamê vexwendî maseya danûstandinan dikin

Aldar Xelîl teqez kir ku rejîm ji bo parastina sînorên Sûrî ne cidî ye, ev jî di çekên ku rejîmê bi hêzên xwe re şandibûn, hat diyarkirin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bang ji bo nûkirina danûstandinên bi rêjîmê re kir û wiha bi dawî kir:

Pir pêwîst e niha danûstandin bi rejîmê re dest pê bikin, wê demê em dikarin nêrînên xwe der barê destûrê de bidin û çawa herêm were birêvebirin û çawa birêveberiyên sivîl xwe bi rê ve bibe.

Leave a Reply

Back to top button