Li Lîbyayê di nava çeteyên Sûrî de, mangirtin çêbûye

Çavdêriya Sûrî jî dibêje ku di nava çeteyên dewleta Tirk de mangirtin derketiye. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî eşkere kir ku di nava çeteyên Sûrî de ku Tirkiyê ji bo şer ew şandine Lîbyayê, mangirtin çêbûye.

Çavdêriyê diyar kir ku ev mangirtin li dijî pêvajoya leşkerkirinê, ji ber têkçûnên mezin ku li eniyên şer gihiştiye wan û nedayîna mûçeyên wan, derketiye.

Li gorî çavdêriyê, Enqere fişareke mezin li serçeteyên Sûrî dike, da ku çeteyên xwe bişînin Lîbyayê.

Li gorî daneyan, heta niha 339 çeteyên Sûrî li Lîbyayê hatine kuştin, ku di nava wan de 20 kes kêmî 18 salan e.

Back to top button