Malpera Radara Îtalî: 2 balafirên Tirkî gihaştin Lîbyayê

Îro sibehê, Malpera radarên Îtalî jî ragihand ku wan 2 balafirên Tirkî ji Stenbolê heta Misratayê şopandiye.

Di heman demê de, malpera radaran a Îtalî ItaMil Radar eşkere kir ku 2 balafirên Tirkî yên ji celebê (Lockheed C-130E) gihaştine Lîbyayê.

Malperê, herdu balafir ji dema ji Stanbolê derketibûn û heta gihaştibûn bajarê Misrata yê Lîbyayê, şopandibûn.

Îna borî jî dewleta Tirk 2 balafir rêkiribûn.

Li ser erdê jî şer û pevçûnên dijwar li eniyên El-Remle û Karîzma yên li başûrê Terablusê dewam dikin û Artêşa Lîbî kuştina 5 serçeteyên dewleta Tirk li bajarê Zawiye ragihand.

Back to top button