Li herêmê bikaranîna çekên kîmyewî hate şermzarkirin

Çalakiyên gel ên bi armaca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîla dewam dikin.
Îro li Qamişlo, Koban, Şehba û Helebê bi çalakiyan bikaranîna çekên kîmyewî hate şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo der barê bikaranîna çekên kîmyewî ên dewleta Tirk û şehadeta 11 gerîla daxuyaniyek da.

Meclisê di serî de her 11 şehîd bi bîr anî û berxwedana gerîla li dijî dewleta Tirk silav kir.

Meclisê bang kir ku divê şandeyek navneteweyî serbixwe biçe herêmên parastinê û der barê bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike û ji raya giştî re eşkere bike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê jî daxuyaniyke da.

Meclisê êirşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kir.

Her wiha Meclisê da zanîn ku bêdengiya hêzên cîhanî li êirşên bi çekên kîmyewî tê isbatkirin ku ew jî hevkarên dewleta Tirk in.

Di dawiyê de hate diyarkirin ku wê gel pişta gerîla ye û ew ê di berxwedan û tekoşîna xwe de dewma bikin heta hemû planên dagirkeran pûç bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişên kîmyewî ên dewleta Tirk li çiyayê Kuridstanê li dijî gerîla şermezar kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan li taxa Şêxmeqsûd ji bo 11 şehîdên gerîla meşek li dar xistin.

Bi dehan ji welatî û ciwanan beşdarî çalakiyê bûn.

Pişît ku çalakî li şerqî bi dawî bû, li navê tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan Hêva bekir axivî.

Hêva bang li civata navneteweyî, CPT û rêxistinên mafên mirovan kirin ku zextê li delweta Tirk bikin da ku êrişên bi çekên kîmyewî bi dawî bike.

Back to top button