Xwepêşamdêrên Iraqê, piştî birîndarbûna 32 kesan Konsolsxaneya Îranê li bajarê Necefê şewtand..
Piştî gelek hewldanan, herî dawî xwepêşandêran Konsolsxaneya navborî şewtand û ji ber destwerdana hêzên ewlekariyê, 32 kes birîndar bûn..
Parêzgerê Necefê Liueyê Yasirî ev bûyerên li Iraqê bi “Fitneyê” bi nav kir û banga bidawîkirina tundiyê kir..
Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Karê derve ya Îranê jî ev bûyer şermezar kir û bang li Hikûmeta Iraqê kir ku li hemberî vê bûyerê bi berpirsiyartiyên xwe rabe û sînorekî jê re deyne..
Berdevkê Wezaretê Ebas Mosoyî ji Sefîrê Îraqê li Tehranê re got, “divê Hikûmet ji bo parastina dîplomatên Îranê û deverên wan bi erka xwe rabe”..
Di demekê berî wê de jî, Hikûmeta Iraqê jî weke wê ev bûyer şeremezar kir..