Îsraîl: Piştî agirbestê heta niha bêtirî 400 cih hatine armanckirin

Piştî ku agirbesta navbera Îsraîl û Hemasê bi dawî bû, di bombardûmana Îsraîlê de bi sedan kesên din hatin kuştin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand ku gelek Fîlîstîniyên bêguneh hatine kuştin.
Fransayê jî hişyarî da.

Îsraîlê ji roja Înê dema jinûve destpêkirina şer û vir ve bombe li zêdeyî “400 hedef’ ên li Şerîda Xezeyê barand.

Wezîrê Tenduristiyê yê rêveberiya Hemasê ragihand ku di encama bombardûmanê de herî kêm 240 kes hatine kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant got,

“Bi berfirehkirina operasyonên xwe yên leşkerî em armancên xwe pêk tînin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî îdîa kir ku “Ji bo serketinê ji bilî dewamkirina operasyona bejahî rêyeke din nîne” û îdîa kir ku ew “bi hurmeta li hiqûqa navneteweyî” wê bigihêjin vê armanca xwe.

Ji Amerîka hişyariya bo Xeza

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku mafê ‘xweparastinê’ yê Îsraîlê yê li dijî Hemasê nake mijara nîqaşê, hişyarî da ku di êrîşên li Şerîda Xezayê de gelek mirov wê jiyana xwe ji dest bidin.

Alîkara Serokê DYA’yê Kamala Harrîs di civîna bilind a COP28 a li Dûbaî de daxuyaniyek da û got,

“Gelek Fîlîstîniyên bêguneh hatin kuştin.

Ya rast, ji dîmen û wêneyan tê dîtin ku êşeke gelekî giran heye.

Îsraîl ji bo parastina sivîlên bêguneh divê hîn bêhtir hewildanê bike.”

Macron: armanca Îsraîlê çi ye?

Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron jî got,

“Bi dîtina min divê rayedarên Îsraîlî armanca xwe ya dawî êdî bi şênberî pênase bikin.”

Macron anî ziman ku “ewlehiya” Îsraîlê “bi kuştina Fîlîstîniyan” misoger nabe û got,

“Tunekirina Hamasê ya bi temamî çi ye û gelo kes bawer dike ku ev yek pêk were?

Eger pêkan be hingî ev şer wê 10 salan dewam bike.

Ne bawerim ku kes vê armancê bi rengekî cidî pênase bike.

Ji ber vê yekê divê bê zelalkirin.”

Li Xezayê şer dijwar dibe: 200 kuştî û 600 birîndar

Back to top button