Greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî di roja 7’an de ye

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ên li Bakurê Kurdistanê di roja 7’an de ye.
Ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan û piştgiriya wan bang jî zêde dibin.
Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê-OHD bi daxuyaniyekê got:
Divê tecrîd tavilê bê rakirin û daxwazên girtiyên siyasî bên bicihanîn.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girtiyên siyasî yên zindanên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.

Greva birçîbûnê bi biryardarî di roja 7’an de jî dewam kir.

Girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiyê kiribûn û wê di 15’ê Sibatê de bi dawî bikin.

OHD: Divê daxwazên girtiyan bi cih bêne anîn

Li aliyê din ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan û piştgiriya wan bang jî zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê-OHD daxuyaniyek da.

Bi tevlîbûna Hevserok û endamên komeleyê daxuyanî li avahiya komeleyê ya li Rihayê hate dayîn.

Ji rêveberên Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel axivî û bal kişande li ser tecrîda ku ji 25’ê Adara 2019’an heta niha tu agahî ji Rêber Apo nayên girtin.

Şehrîban anî ziman tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bandorê li hemû girtîgehan dike û got:

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî bi daxwaza rakirina tecrîdê di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de diyarker e.

Şehrîban Demîrel diyar kir tecrîd, li dijî normên hiqûqa navxweyî, navneteweyî ye û dawiyê ev bang kir:

Divê tecrîd tavilê bê rakirin û daxwazên girtiyên siyasî bên bicihanîn.

Em tenduristî û mercên girtîgehê yên girtiyên siyasî ji nêz ve dişopînin.

Di vê mijarê de banga me ji bo hemû saziyên hiqûqî ew e ku berpirsyartiyê li xwe bigirin.

Û di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bi erka xwe rabin.

Li zindanên Tirkiyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 7’an de didome

Back to top button