Jimara qurbanên virusê bû 427

Hikumeta Çînê ragihand ku 64 kesên din li Hobby bi virusa Corona mirine û bi vê hejmarê jî tenê li vê herêmê heta niha 425 kes mirine.

Li Hobby tevî hejmara miriyan, herî dawî 2 hezar û 345 kesên din nû pê ketin .

Bi vê yekê, li giştî herêma Hobby 13 hezar û 522 kes û li tevahî Çînê jî 19 hezar û 967 kes pê ketine .

Li tevahiya cîhanê jî, 20 hezar û 155 kes pê ketine û 427 kes mirine .

Herî dawî Hong Kong jî mirina kesekî bi virusê li welat ragihand.

Back to top button