Li Kampa Holê ciwanek Îraqî hate kuştin

Kampa Holê ji kampên herî metirsîdar ên li cîhanê ye û buyerên êriş û kuştinê lê her diçe zêde dibe.
Îro jî li Kampê penaberek Iraqî Iyad Zibin Ecac-32 salî hate kuştin.

Hate diyarkirin ku bûyer vê sibê di nava bazargeha kampê pêk hat.

Hate ragihandin, penaberê iraqî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate kuştin.

Pişt re Hêzên Ewlekariyê der heqê buyerê de lêpirsîn û lêgerîn dan destpêkirin.

Kampa Holê ji kampên herî metirsîdar ên li cîhanê ye.

Li hember vê rewşê civaka navneteweyî ti helwestê nîşan nade û rewşa kampê paşguh dike.

Niha li Kampê nêzî 57 hezar kes hene ku piraniya wan Sûrî û Iraqê ne û hemwelatiyê 64 welatan e.

Back to top button