Ji ber şerê di navbera artêşa Etyopya û Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê de, bi dehezaran kes koçberî Sûdanê bûne. Koçberên li Sûdanê jî li ber televsionê dirûnin û li benda vegera li warê xwe ne.
Ev der, kampek ya koçberên Tîgray ya li herêma El Fuşqa ya Sûdanê ye.
Li vir bi hezaran Tîgrayî dimênin.
Şert û mercên jiyanê zehmetin.
Koçberên li vir ji bo agiyan ji herêma xwe bigrin, di nava mereqek zêde de ne.
Înternet, telefon û xetên kehrebê li herêmê nîne.
Tenê di bin vî konî de, televsionek heye û koçber ji bo wergirtina agahiyan li ser rewşa bajarê xwe li vir kom dibin.
NY ragihand ku ji ber şerê li herêma Tîgrayê ku ji despêka meha Mijdarê ve despêkirî û heta niha 46 hezar kes ji herêmê koçberî Sûdanê bûne.
Hefteya derbasbûyî, NY bi hêviya alîkariya koçbgerên Tîgray yên li Sûdanê banga alîkariya 147 milyon dolar kiribû.
Xaça Sor a Sûdan û Komîteya Xaça Sor a Navnetewî ji bo kesên li kampan bikarin bi malbatên xwere bikevin peywendiyê li 3 deverên kampê xebetên xizmetê didin meşandin.