Îro kesên li Tunisê beşdarî diyalogên siyasî ya Lîbyayê bûne, dê mekanîzmeya têkildarî avakirina desthilata rêveber a nû diyar bikin û dê di qonaxa bê de serokê welatên xwe hilbijêrin.
75 endamên ku beşdarî diyalogên siyasî ya lîbyayê bûne, bi rêya telefonê û e-mail, li ser mekanîzmeyekê ku şandeya navneteweyî pêşniyar kiribû, dengê xwe dan.
Li gorî mekanîzmeyê wê meclisa serokatî û serokatiya hikumetê, werin hilbijartin.
Tê payîn ku şandeya navneteweyî îro encamên dengdayîna gera yekemîn a diyalogên Lîbyayê eşkere bike.
Her wiha bi rêya civîna onlinê dê nîqaşa gavên demên pêş jî werin kirin.