Li Başûr Kuştin û tundiya li ser jinan zêde buye

Polîtîkayên desthilatê çi be, di meriyetê de jî ew li pêşe. Di van salên dawiyê de li Başûrê Kurdistanê tundî û kuştina jinan zêde bûye. Vê yekî jî wekî ku jin xwe dikujin didin nîşandan. Di nava salê de 6 jin hatine kuştin, lê 57 jin wekî xwe kuştine derbasî qeydan hatine kirin.

Gotina pêşiyan ya dibêje “tu çi biçînê tê wê biçînî” staratejiyên desthilatê ya li dijî jinan dide nîşandan.

Hêzên desthilatdar bi rêbazên cuda dixwaze kuştin, destdirêjî û tundiya li ser jinê rewa bike.

Yek ji cihên ku herî zêde bêmafiya li dijî jinê tê kirin, herêma başûrê Kurdistanê ye.

Li gorî daneyan tundî û kuştina jinan di navbera salên 2016-2020’î de tundî ji sedî 33 zêde bûye.

Li gor daneyan herî zêde jî li Hewlêrê tundî li jinan tê kirin.

Di navbera salên 2018 û 2020’î de 12 hezar û 518 bûyerên tundiyê li dijî jinan qewimîn.

7 hezar û 649 bûyerên tundiyê yên li dijî jinê li Silêmanî qewimiye.

Li pey Hewlêrê Silêmanî tê.

Li Duhokê 7 hezar û 459, li Germiyanê 2 hezar û 941, li Raperînê hezar û 511, li Soranê 854 bûyerên tundiyê yên li dijî jinê li Silêmanî qewimîne û derbasî qeydan hatine kirin.

Li gor daneyên ji aliyê Saziya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê di nava îdareya sînorên Germiyanê de di 8 mehên dawî de jinan 227 caran gilî li merciyên eleqedar kirine.

Di 5 mehên ewil ên di 2021’ê de li herêmê 6 jin hatin qetilkirin û di bin navê întixarê de 57 mirinên bi guman ketin qeydan.

Tê diyarkirin li dijî 53 jinan destdirêjî hatiye kirin.

Her wiha hat ragihandin 79 serlêdanên ji bo gilîkirinê hene.

Back to top button