Hêzên Rizgariya Efrînê duh li derdora Babê li dijî komek çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek pêk anî. 8 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê agahî parve kir û got.
9’ê Tebaxê Hêzên Rizgariyê li herêma Babê derdora gundê Tiwêsê li dijî koma çete ya bi navê Cebhe El-Şamiye çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de 8 çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Her wiha hêzên rizgariyê 2 motorsiklêt bêbandorkirin .
Di çalakiyan de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan jî ketin destê hêzên rizgariya Efrînê.