POMPEO: LIHEVKIRINA TIRKIYE Û EMERÎKA GAVEKE PÊŞKETÎ YE

Têkildarî lihevkirina vê dawiyê ya Emerîka û Tirkiyê der barê makanîzmeya ewlehiya Sînorê bakur û rojhilatê Sûrî, Wezîrê Derve yê Emerîkayê ev gav weke ”gaveke pêşketî” bi nav kir.

 

Mike Pompeo li ser hesabê xwe yê Tiweeterê di tiwîtekê de lihevkirina Emerîka û Tirkiyê nirxand.

Pompeo got:

”Ez kêfxweş im ku Emerîka û Tirkiyê der barê mekanîzmeya ewlekariya li Bakur û Rojhilatê Sûrî de gav in avêtin pêş”

Pompeo diyar kir ku ev lihevkirin dikeve çarçoveya parastina ewlehî û aştiya herêmê.

Di Çarşema borî de danûstandinên Emerîka û Tirkiyê der barê ”herêma Ewle” de li Enqerê bidawî bûn.

Di encam de Emerîka ragihand ku wan û Tirkiyê li ser makanîzmeya ewlehiya li ser sînor li hev kir.

Pentagonê ji aliyê xwe ve xuya kir ku ev lihevkirin, ango mekanîzmeya ku li ser hatiye lihevkirin wê li ser qonaxan pêk were.

 

 

Leave a Reply

Back to top button