Zikrî Zebarî: PDK ji bo berjewendiyên xwe hevkariyê bi dewleta Tirk re dike

Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re her diçe zêde dibe.
Parlamenterê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Zikrî Zêbarî diyar kir ku PDK ji bo berjewendiyên xwe bûye hevkarê Dewleta Tirk.

Arteşa dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve hewl dide Başurê Kurdistanê dagir bike û gerîla tune bike.

Arteşa Tirk ya ku armancên wan bi berxwedana gerîla hate têkbirin, niha jî li dijî hêzên gerîla çekên kîmyewî bikar tînin.

Li aliyê din jî PDK ku qaşo dibejin em Kurd in piştigiriyê dide êrişên dewleta Tirk, êrişî gerîla dike û rê li dagirkirina başûr vedike.

Parlamenterê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Zikrî Zêbarî têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê û Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re axivî.

Parlamenterê YNK’ê Zikrî Zêbarî diyar kir ku PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî bi dewleta Tirk re hevkariyê dike.

Zêbarî destnîşan kir ku azadkirina parçeyê herî mezin a Kurdistanê bi kêrî PDK’ê nayê û got, “Dibe ku li gel berjewendiyên aborî, yek ji sedemên hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re jî ev be.”

Zebarî da zanîn ku dewleta Tirk bi qasî 50 kîlometre ketiye nava axa Başûr û jiber êrişên dewleta Tirk heta niha bi dehan sivîl şehîd bûne.

Zebarî da zanîn ku dewleta Tirk bi dagirkirina herêma Başurê Kurdistanê hewl dide şerekî navxweyî derxîne û wekî hêcet jî PKK’ê nîşan dide.

Her wiha Zebarî bal kişand giringiya yekitiya netewî û ev bang li partiyên siyasî û gelê Kurd kir;

“Divê partiyên siyasî yên Kurd li her çar parçeyên welat hevgirtî bin, yekitiya xwe ava bikin.

Partiyên Kurd ên bi Tirkiyê re hevkariyê dikin, wê di dîrokê de wek rûreş bên bibîranîn.

Gelê Kurd jî divê baş zanibe kî dost û kî dijmin e.”

Back to top button