Li Idlibê navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk şer didome

Di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikûmeta Şamê de li Idlibê, şer dewam dike.
Balafirên şer ên Rusyayê herêmên li ser sînorê Lîwa Îskenderûn ên li bakurê Idlibê bombaran kirin.
Îsraîlê jî nuqteyên hizbullahê û komên alîgirên Îranê li Şamê bombebaran kirin.

Li Idilbê şerê di navbera hêzên hikûmeta şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye ragihand, çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li eniyên El-Riwêhe li Idlibê bi çekên giran deverên hev topbaran kirin.

Balafirên Rûsyayê herêmên li ser sînorên Lîwa Îskenderûn ên li bakurê Idlibê bombebaran kirin.

Her wiha 6 êriş li dijî baregehên çeteyên Firqeya 23’yan a girêdayî dewleta Tirk li derdora herêma Qah pêk anîn.

Li gel bombebaranê, hêzên hikumeta Şamê jî derdora nuqteyên dagirkeriya Tirk ên li Nêreb, San û Mecdaliya yên li rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Îsraîlê deverên Hizbullah û komên alîgirên Îranê li Şamê bombebaran kir

Îro Îsraîlê jî herêma Qidseya, rêya Beca û Dîmasê yên bakurê rojavayê Şamê bombebaran kir.

Çavdêriya da zanîn ku herêmên rastî êrişê hatiye, depoyên çek û cebilxaneya Hizbullahê Lubnanê û komên alîgirên Îranê ye.

Hat diyar kirin li wan herêman jî bargehên leşkerî yên hikûmeta Şamê û Firqeya 4’an hene.

Di hema demê de ajansa SANA ya rêjimê jî ragihand ku Îsraîlê bi moşekên erdê ji bakurê Filistînê ya dagirkirî gelek nuqte li gundewarên Şamê bombebaran kir.

Hat gotin pergala parastinê êriş şikand û gelek moşek xistin xwarê.

Li gorî ajansê di encama êrişê de 2 leşker birîndar bûne û gelek ziyanên madî çêbûn.

Back to top button