PYD’ê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê diyar kir ku berxwedana Kobanê bûye sembola îradeya azad a gelê Kurd.
PYD’ê bang li gelê Kurd kir ku li berxwedana Kobanê xwedî derkeve..
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê 1’ê Mijdarê de; roja piştgiriya cîhanî ya bi Kobanê re, daxuyaniyeke nivîskî weşand..
PYD’ê diyar kir ku berxwedana li Kobanê ji bo vîna azad a gelê Kurd bûye sembol..
PYD’ê di daxuyaniyê de şehîd û birîndarên ku destana Kobanê xêz kirin, silav kirin..
PYD’ê da zanîn ku bi rêya berxwedana Kobanê gelê Kurd li seranserî cîhanê hate naskirin û got:
“Berxwedana li Kobanê, rêya yekane ya pêkanîna azadî, demokrasî û biratiya gelan e.
Lewre divê gelê Kurd xwedî li giyanê berxwedana Kobanê ya dîrokî ya bêhempa derkeve û tecrubeyan jê bigire.