Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, diyar kirin ku operasyona “Kobanê” tolhildana 7’ê Hezîranê ye û gotin,
Di mijara Kobanê de divê desthilat hesab bide.
Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, derbarê operasyona “lêpirsîna Kobanê” de ku li dijî endam û rêveberên Partiya wan pêk hat, li meclisê daxuyanî dan.
Sarûhan Olûç, bertek nîşanî dirêjkirina binçavkirina siyasetmedaran da û bi bîr xist ku endamên Desteya Rêveberiya Navendî a partiya wan di bin çavan de ne û wiha got:
“Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin.
Ne hiqûq û ne jî daraz li holê hiştine.
Her tişt bi biryarên dadgehên ku bûne komîsyonên hiqûqê yên qesrê tên kirin.”
HDP: Ev operasyona tolhildana siyasî ye
Olûç, bi lêv kir ku armanca operasyonê tasfiyekirina HDP’ê û pêk hateyên wê ye û ev tişt anî ziman:
“Ev desthilat desthilateke tasfiyekar e.
Ev desthilat, hevrika xwe ya siyasî HDP’ê nikare bi rêya siyasete têk bibe.
Ji ber vê sedemê darazê bi kar tîne û hewl dide HDP’ê tasfiye bike.
Ev pêkanîneke derveyî hiqûqê ye.”
HDP: Hûn nikarin têkoşîna HDP’ê bêdeng bikin
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî, diyar kir ku bi girtina 29 kesan hûnê nekarin HDP’ê bêdeng bikin û wiha got:
“Çawa ku heta niha hemû operasyonên we pûç bûn, wê ev operasyona we jî têk biçe.
Ev tolhildana 7’ê Hezîranê ye, 1’ê Mijdarê ye, 31’ê Adarê ye û 23’yê Hêzîranê ye.
Beştaş, dest nîşan kir ku duh bi şev 3 siyasetmedarên di bin çavan de jehrî bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî:
Ev hevalên me rakirin nexweşxanê, lê destûr nehat dayîn ku parêzar biçin hevdîtina wan.
Ev nêzîkatiyek dij mirovahiye û ne hiqûqiye.
Ev rewşeke îşkencê ye.”
Wekîlên HDP’ê piştî daxuyaniyê, heta Meclîsê meşiyan.