Îro li navçeya Til Temir ya Hesekê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çiyayên Heftanînê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan.
Meş ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li dawiya Kolana Filistînê bi dawî bû.
Piştî meşê, mitîngek li dar ket, di mitîngê de Endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Saroxan axivî.
Saroxan got: “hevgirtina gelên herêmê, terora ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatibû birêxistinkirin, tune kir.
Saroxan diyar kir ku di vê pêvajoyê nû de, yekitî pêwîst e da ku serkeftin mîsoger bibe, ji ber ku gelek guhertinên mezin li Sûriyê çêdibin.
Meş bi berzkirina dirûşman dawî bû.