KJK: Têkoşîna jinê wê tekez bi ser bikeve

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê,
Pêngava “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” da destpêkirin.
KJK’ê, got: “Em weke Tevgera Jinên Kurd, armanc dikin ku bi pêngaveke nû xebatên xwe yên azadiyê hem li herêmê hem jî li cîhanê pêş bixin.”

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da.

KJK’ê destpêkê diyar kir ku bi boneya 8’ê Adarê ew Pêngava “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” radigihînin .

KJK’ê diyar kir ku têkoşîna jinê tevî êrişan jî wê teqez biserkeve û got:

“Her ku têkoşîna me ya azadiya jinê pêş dikeve, pergala zilamê serdest bi bin dikeve ..

Rojane jinên kurd, jinên têkoşer rastî êrişan tên û tên armckirin

Li hemberî vê yekê jin li her cihê ku lêne bi îrade û kelecaneke mezin berxwedanê mezin dikin.

Têkoşîna me ya azadiya jinê wê teqez bi ser bikeve û zilamtiya serdest a qirêj, wê winda bike. ”

KJK:Têkoşîna me ji bo azadiya Rêber Apo stratejîk e

KJK’ê di têkoşîn a jinê de balkişand li ser rola Rêber Apo û ev nirxandin kir:

“Pêşketin û mezinbûna ku di şexsê jinên Kurd de tê jiyîn keda Rêbertiya me ye.

Lewma em dibêjin têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me stratejîk e.
Di vê çarçoveyê de em tevgera jinan erka me ya sereke ev e ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me mîsoger bibe.

“Em berxwedana gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin”

KJK’ê destnîşan kir ku Serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat destpêkirin di dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê de yekemîn e û em vê berxwedanê bi boneya 8’ê adarê silav dikin.

“Gerîlayên YJA Starê bi berxwedaniya xwe planên dagirkeriyê vala derxist”

Kordînasyonê berxwedaniya Gerîlayên YJA Starê li herêmên Zap û Avaşînê jî slavkir û got:

Jina Kurd cara yekem e ku bi awayekî berfireh fermandariya şer û mezin kir û vê berxwedana jinê li Zap û Avaşînê rê li pêş dagirkeriya tirkiyê a faşîst girt.

KJK: Jin di şoreşa Rojava de pêşengin

KJK’ê diyar kir ku li ser xeta azadiya jinê şoreşa jinan a Rojava ji nûve tê avakirin û pêşdikeve.

Qada sereke ya ku tevgera jinên Kurd lê pêşketiye qada Rojava ye.

Bi hezaran jin di Şoreşa Rojava de cih girtin û xebat kirin.

Bi hezaran jinên Ereb, Ermenî, Asûrî û Tirkmen her wiha jinên Kurd bi baweriyeke mezin beşdarî şoreşê dibin.

Şoreşa me ya jinan a Rojava şoreşeke ku jinên cîhanê wê dinirxînin, sûd jê digrin û ji her alî ve îlhamê dihe têkoşîna jinan.

“Em ê 8’ê Adarê veguherînin platformên ku AKP’ê lê tê teşhîrkirin”

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê di dawiyê de ev yek got:

Ji ber karesata erdhejê ya ku li Bakurê Kurdistanê pêk hat, em li kêleka jinên herêma erdhejê bin.

Em hemû çalakî û çalakiyên 8’ê Adarê veguherînin platformên ku AKP’ê lê tê teşhîrkirin.

Back to top button