Navenda belgekirina binpêkirinan: Di nava vê mehê de 13 Erfînî hatin revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her diçe zêde dibin.
Navenda belgekirina binpêkirinan ya li bakurê Sûrî ragihand ku ji destpêka vê mehê de yek jê jin 13 sivîl hatin revandin.

Li Efrîna dagirkirî,rojane sûc û hovîtiya dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê zêde dibin.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûrî bîlançoya kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê ku di nava vê mehê de pêk anîne eşkere kir.

Hat diyar kirin ku dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê ji destpêka vê meha Tîrmehê û heya niha, yek jê jin, 13 sivîl revandin.

Li gorî Navendê,

1’ê Tîrmehê, li navçeya Raco şêniyên bi navê Osman Xelîl Cercî, Hesen Xoce û Ehmed Hespîro yên ji gundê Bedîna,

Heman rojê li navçeya Şiyê şêniyê bi navê Ebdo Hesen ê 50 salî,

2’ê Tîrmehê, jina ciwan a bi navê Asiya Ehmed Heyder ya ji gundê Kitxê yê Mabata,

3’ê Tîrmehê, ji gundê Eltaniya yê navçeya Raco şêniyê bi navê Kemal Cefer Mihemed,

7’ê Tîrmehê, ciwanê bi navê Elî Xelîl ê 22 salî yê ji gundê Kokana Jorîn yê Mabata,

8’ê Tîrmehê, li navenda Efrînê şêniyê bi navê Raxib Ehmed Elo yê 32 salî,

13’ê Tîrmehê, li gundê Meydana yê navçeya Raco şêniyê bi navê Mistefa Mihemed Bekir,

û 17, 23 û 24’ê Tîrmehê ji navçeya Mabata sê sivîlên bi navên Hemûdê Nezmî Neso, Hemîd Mihemed Hemac û Ebidreûf Arif ê 50 salî hatin revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî destnîşan kir ku ji destpêka vê salê û heya niha jî 320 sivîl li Efrîna dagirkirî hatin revandin.

Back to top button